Rapora WP: Talîban sîstemeke mîna rejîma Îranê ava dike

02 September 2021 16:03 0 dîtin
Rapora WP: Talîban sîstemeke mîna rejîma Îranê ava dike

PeyamaKurd – Beriya ku Talîban hikûmeta nû ya Afganistanê ragihîne, di raporeke rojnameya Washington Post (WP) a Amerîkî de hat eşkerekirin ku hikûmeta Talîban kar li ser dike, wek hikûmet û sîstema siyasî ya Îranê ye.

Rojnameya Washington Post daye xuyakirin, Talîbanê dest bi guftûgoyên pêkanîna hikûmeteke olî li Afganistanê kiriye. Serkirdeyê Tevgera Talîbanê Heybetulla Axundzade serperiştiya wan guftûgoyan dike, dibe ku ew wek peykerê siyasî yê Îranê, xwe bike Rêberê Bilind ê Afganistanê.

Rojnameyê destnîşan kir, dibe ku hejmarek ji kesayetiyên diyar ên Talîbanê, postên bilind di wê hikûmetê de werbigirin, wek: Serokê Polîtburoya Talîbanê û yek ji damezrênerên tevgerê Ebdulxenî Birader. Serokê Komîteya Leşkerî ya Talîbanê û kurê Mela Mihemed Omer, Mela Mihemed Yaqûb. Herwiha serkirdeyê diyar ê Tora Heqanî, Sîracedîn Heqanî.

Çendek berê jî endamê Şandeya Bilind a Talîbanê li Qeterê Ebas Ostankezî ragihandibû, hikûmeta nû ya Afganistinê dê hikûmeteke giştgîr be û jin jî ji bilî posta wezaran, wê di postê din de hebin, bi mercê ku hevkarî û alîgiriya Amerîkayê nekin.