Talîbanê ji bo hikûmeta xwe daxwaza naskirina fermî ji Çînê kir
PeyamaKurd – Berdevkê hikûmeta demkî ya Talîban a Afganistanê Zabihullah Mucahîd, di merasîmeke ku balyozê Çînê yê Kabûlê Vang Yu jî beşdarî kir de, got ku wan ji Çînê daxwaz kiriye hikûmeta wan bi fermî nas bike.
Mucahîd da xuyakirin ku ew dixwazin ligel Çînê di çarçoveya rêzgirtina dualî de pêwendiyan deynin û Çîn li herêmê yek ji welatên herî girîng e bo Afganistanê.
Berdevkê Talîbanê diyar kir ku wan wekî hikûmet hemû mercên pêwîst bicih anîne û divê êdî welatên din jî pênaseya fermî li wan bikin.
Mucahîd herwiha got ku ew naxwazin têkilî nav karûbarên yên din bibin û destûrê nadin aliyên din jî tevî karûbarên wan ên navxweyî bibin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin