Sandeke fermî ya Tirkiyê bi berpirsên hikûmeta Talîbanê re civiya
PeyamaKurd – Piştî ku Tevgera Talîbanê meha Tebaxê dest danî ser rêveberiya Afganistanê, cara yekem şandeke Tirkiyê ya fermî li Kabul a paytexta Afganistanê bi berpirsên hikûmeta demkî ya Talibanê re civiya.
Hat ragihandin ku Balyozê Tirkiyê yê li Kabulê Cîhad Erginay û şandeke pê re îro 30yê Îlonê bi Cîgirê yekem ê Serokwezîrê Mîrnişîna Îslamî ya Afganistanê Mele Ebdulxenî Baradar re hevdîtin pêk anî.
Hat diyarkirin ku Cîgirê duyem ê Serokwezîrê hikûmeta Talibanê, Ebdulselam Henefî jî di civînê de amade bûye, lê hûrgiliyên hevdîtinê nehatin eşkere kirin.
Balyozxaneya Tirkiyê ya li Kabulê derbarê li ser civînê ragihand, di hevdîtinê de pêwendiyên navbera Tirkiyê û Afganistanê de hatine gotûbêjkirin û tekezî li ser xurtkirina pêwendiyên du alî hatiye kirin.
Balyozxaneya Tirkiyê ya li Kabulê de li ser twitterê eşkere kir: "Balyoz Cîhad Argîn û Cîgirê Serokwezîr Abdulselam Henefî di hevdîtina xwe de bal kişandin ser têkiliyên xurt ên di navbera gelên Tirkiyê û Afgan de û sozên xwe yên ji bo xurtkirina têkiliyên di navbera neteweyên me yên bira de tekez kirin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin