Berpirsên Hikûmeta Kurdistanê û sandeke NYê civînek pêk anîn
PeyamaKurd – Di çarçoveya çawaniya nehiştina gendeliyê de, Berpirsên Hikûmeta Kurdistanê û şandeke NYê, civînek pêk anîn.
Li gor Serokê Desteya Destpakî ya Herêma Kurdistanê Ehmed Enwer diyar kir, îro li Hewlêrê şandeke Dezgeha Nehiştina Gendeliyan ya NYê (UNDP) û bi beşdarbûna şanda Desteya Destpakiyê, Wezîrê Dad yê Kurdistanê û şanda Encumena Dadwerî ya Kurdistanê civiyan.
Serokê Desteya Destpakiyê Ehmed Enwer destnîşan kir, di civînê de guftûgo li ser çawa gendelî dê nemîne û mekanîzek çawa bo wê were danîn hat kirin.
Ehmed Enwer da zanîn, niha li Herêma Kurdistanê dest bi çaksaziyê hatiye kirin, lê hîn gendelî heye û metirsîdar e jî, ji ber wê jî divê xebatek cidî were kirin.
Ehmed Enwer diyar kir, dê sibê amarên desteya destpakiyê li ser gendeliyê belav bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin