Talîbanê pereyên krîpto qedexe kir û 13 kes jî girtin
PeyamaKurd – Rêveberiya Talîban a Afganistanê pereyên krîpto yên wekî bitcoin qedexe kir û 13 kes jî bi hinceta karê krîpto dikin hatin girtin.
Li gorî nûçeya Bloombergê di demên dawî de, gelê Afgan ji bo nirxê diravê wan bê parastin, berê xwe dane pereyên krîpto ku bi hêsanî dikarin veguhestina pereyan bo derve bikin.
Piştî belavbûna bikaranîna krîptoyê polîsê Heratê ragihandiye ku Banka Navendî ya Afganistanê ku di bin rêveberiya Talîbanê de ye, fermana rawestandin û qedexekirina bazirganiya bi pereyên krîpto daye.
Hat diyarkirin ku 13 kes bi hinceta bikaranîna pereyên krîpto hatine girtin û piştre jî bi kefaletê hatine berdan. Herwiha li Afganistanê piştî vê biryarê gelek kompaniyên karê krîpto dikin têne girtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin