Ji Lubnanê bertek: Li sûna qedexekirinê, em li hêviya hevgirtinê ne
PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Lubnanê Ebdullah Buhabîb li şûna hişyariyên seferê yên ji bo Lubnanê ku ji aliyê hin welatan ve hatine dayîn, banga hevgirtinê li gel Lubnanê û zêdekirina zext û hewlên Îsraîlê ji bo rawestandina êrîşan kir.
Buhabîb di daxuyaniya ku da de destnîşan kir Lubnan ji ber tehdîdên Îsraîlî yên domdar ji alîyê hin welatên bira û dost ve rastî hişyarîyên seferê hat.
Wezîrê Lubnanê bal kişand ser hişyariyên seferê û got: "Li hemberî vê kampanyaya zexta derûnî ya bi awayekî sîstematîk tê meşandin, divê li şûna van daxuyaniyên ku di nava welatiyan û ziyaretvanan de nîgeraniyê çêdike, helwestên ku bi Lubnanê re hevgirtin û rawestana li gel Lubnanê ne, bên guhertin."
Buhabîb bang kir ku zext li Îsraîlê bê kirin û got, "Ji bo parastina ewlekarî, îstiqrar û yekîtiya axa Lubnanê, divê zext li ser Îsraîlê bê zêdekirin ku êrîşên xwe yên leşkerî rawestîne."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin