Taxeke bajarê Hesekê ji aliyê Tirkiyê ve hat bombebarankirin!
PeyamaKurd – Taxeke bajarê Hesekê ji aliyê droneke artêşa Tirkiyê ve hat bombebarankirin û di encamê de hejmarek kes birîndar bûne.
Li gor zanyariyan, droneke Tirkiyê îro danê sibê taxa Mişrifiyê ya bajarê Hesekê bombebaran kir û li gorî zanyariyê destpêkê, 3 kes birîndar bûne.
Droneke Tirkiyeyê do jî kargeheke qermîdan li bajarokê Sefiye ya ser bi Hesekê ve bombebaran kiribû û di encamê de 2 kes birîndar bûbûn.
Herwiha li gorî zanyariyan, ji destpêka îsal ve artêşa Tirkiyê 52 caran êrişên bi dronan li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên cuda ên di bin kontrola HSDê de pêk anîne û di encamê de zêdetirî 60 kes hatine kuştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin