Tehran dixwaze bi Hewlêrê re pêwendiyên zanistî û teknolojiyê xurttir bike
PeyamaKurd - Navenda Hevkariya Navneteweyî ya Wezareta Zanist, Lêkolîn û Teknolojiya Îranê ji ber hevşibiya xwe bi jîngeh û çanda Herêma Kurdistanê re, gringiyeke mezin dide geşedana hevkariyên zanistî û teknolojîk ên li gel Herêma Kurdistanê.
Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Îranê (IRNA), Nûnerê Navenda Hevkariya Navneteweyî ya Wezareta Zanist, Lêkolîn û Teknolojiyê ya Îranê Îhsan Şeyxûn diyar kir ku ew ê zêdetir gringiyê bidin dîplomasiya zanistî û ji derfet û şiyanên zanistî sûd werbigirin. ji bo bidestxistina armancên siyaseta derve û berjewendiyên neteweyî.
Li Herêma Kurdistanê navendeke zanist û teknolojiyê
Şeyxun da zanîn ku armanca wan ew e ku bi bikaranîna şiyanên dîplomatîk xebatên zanistî û teknolojîk xurtir bikin û got: "Em dixwazin di demeke nêzîk de li Herêma Kurdistanê navendeke zanist û teknolojiyê ava bikin."
Îhsan Şeyxun amaje bi wê yekê jî kir, ku nêzîkbûna Herêma Kurdistanê ya ji bo berferehkirina pêwendiyan gring e û hewlên pêşxistina hevkariyên li gel Herêma Kurdistanê û navçeyê û bihêzkirina pêwendiyên siyasî û aborî didomin.
Nûnerê Navenda Hevkariya Navneteweyî ya Wezareta Zanist, Lêkolîn û Teknolojiyê ya Îranê got: "Ji bo piştgirîkirina vê mijarê û bi pêşxistina henardekirina zanist û teknolojiyê û berfirehkirina deriyê şandina berhemên zanistî û teknolojiyê ya ji Herêma Kurdistan, Iraq û welatên Kendava Rojava yên wek Urdun û Sûriyeyê re, vekirina navendeke wiha rêya herî guncaw e.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin