Tehran ji pesendkirina ji nû ve nirxandina endamtiya Filistînê ya NY razî ye
PeyamaKurd - Rejîma Îranê ji ber biryardayîna Encumena Giştî ya NY ya ji bo pesendkirina pêşnûmaya daxwaza ji nû ve nirxandina endamtiya Filistînê, razîbûna xwe ragihand.
Balyozê Mayînde yê rejîma Îranê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Amîr Seîd Îrevanî, bi daxuyaniyekê ragihand ku Tehran ji biryara Civata Giştî ya NY ya pesendkirina pêşnûmaya ku daxwaza ji nû ve nirxandina endamtiya Filistînê li NY dike, razî ye.
Biryara ku ji aliyê Îmaratên Ereb ve li ser navê Koma Erebî ji NY re hate pêşniyazkirin, roja Înê bi lihevkirineke mezin hatibû pesendkirin û 143 welatên endam dengê erê, 9 welatên endam jî dengên na dan û 25 welatên endam jî beşdar nebûn.
Îrewanî di axaftina xwe ya li Civata Giştî de got: "Endamtiya Filistînê ya tam ê NY, ji bo sererastkirina bêdadiyên dîrokî yên li gelê Filistînê hatine kirin, gava destpêkê û xaleke gring e."
Ji bo li Konseya Ewlehîyê ya NY vetokirina Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ya pêşnûmaya ku bi sponsoriya hevpar a Tirkiye û nêzîkî 80 welatên endamên NY ve hatibû amadekirinde jî Îrewanî nerazîbûna Tehranê destnîşan kir.
Dîplomatê Îranî her wiha ji bo aştî û şiyana wê ya ji bo pêkanîna erkên li gor Peymana Rêxistina NY, pêdagirî li ser pabendbûna Filistînê kir û got: "Di encamê de, Fillistîn hêjayî endamtiya tam a NY ye."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin