Tehran xwest ku Oda Bazirganiyê ya Erbîl li ser boykota berhemên Îranê bifikire
PeyamaKurd – Oda Bazirganiyê ya Tehranê bangî Oda sanayî û bazirganiya Erbîlê kir ku li ser biryara boykota berhemên Îranê bifikire. Oda Tehranê ya bazirganî roja 22.01.2024 ê daxwuyanî da û xwest ku Oda Erbîlê biryara xwe ya boykota berhemên Îranê betal bike û biryara ku dane biryara xemgîniyê ye.
Di daxwuyaniya Oda Bazireganiya Tehranê de hat gotin ku hecma bazirganiya Îranê bi Herêma Kurdistanê re gihaye 3 milyar dolarî û xwestiye ku Erbîl biryara xwe car din di ber çav de derbas bike.
Eda Bazirganiya Erbîlê û di pey de ya Duhokê biryara boykota malên Îranê dabûn. Ji ber Pasdarên Îranê di 15 ê mehê de seet di 23.30ê şevê de bi 11 fuzeyan êrîşê ser Kurdistanê kiribûn û li xaniyê karsazê Kurd Pêşrew Dizeyî xistibûn.
Di êrîşê de Pêşrew Dizeyî, keça wî Jîna, hevalekî wî yê karsazê Iraqê bi temamî 4 kesan kuştibûn û 16 kesan birîndar kiribûn.
Îran dibêje ku Mossadê li heman malê civîna xwe dikir lê encama bûyerê Îranê derewîn derxist û îro jî Îran di daxwuyaniya xwe de dibêje ku Mossad li Erbîlê civîn kiriye û sûcên xwe qebûl nake.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin