Tendirustiya Iraqê: 60 birîndarên xwepêsandana Bexdayê li nexwesxaneyan hatin pêswazîkirin

30 July 2022 16:01 0 dîtin
Tendirustiya Iraqê: 60 birîndarên xwepêsandana Bexdayê li nexwesxaneyan hatin pêswazîkirin

PeyamaKurd – Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê diyar kir, heta niha 60 birîndarên xwepêşandana Bexdayê li nexweşxaneyan hatine pêşwazîkirin û rewşa 14 birîndaran xerab e.

Li gor ajansa nûçeyan a Iraqê da zanîn, Wezareta Tendirustiyê li sê nexweşxaneyên cuda pêşwazî li 60 birîndarên xwepêşandana îro kirine, bi awayekî berdewam jî diçin hawa birîndaran û çareseriya wan dikin.

Herwiha li gor ajansa nûçeyan a Iraqê, 35 birîndar rakirine nexweşxaneya Kirame, ku piraniya haletên wan ji navîn ber bi giraniyê ve ye, 27 birîdarên din jî bo nexweşxaneya Yermûk hatine veguhestin, ku rewşa 6 birîndaran ne baş e û 8 haletên din ên nebaş jî, bo nexweşxaneya Şêx Zayid hatine veguhestin.