Tetbîqata herî mezin a dîroka NATOyê dest pê kir
PeyamaKurd – Tetbîqata hêzên asmanî ya herî mezin a NATOyê bi malevaniya Hêzên Çekdarên Almanyayê dest pê kir.
Rahênana ku bi navê ‘Air Defender 2023’ birêve diçe, wekî rahênana asmanî ya herî mezin di dîroka NATOyê de tê nirxandin.
Ajansa ARD ya Almanayê ragihand ku rahênana NATOyê bi rabûna balafira A400M a neqliyeyê ya Almanyayê, li Baregeha Saksonyaya Jêrîn dest pê kiriye. Piştre jî balafirên F-18 ji bargeha asmanî ya Fliegerhorst Hohn rabûne.
Hat diyarkirin ku dê di çarçoveya tetbîqatê de, li nêzîkî sînorên Rûsyayê ti tevgereke leşkerî neyê kirin û li Kaliningrad a navbera Polonya û Litvanyayê firîn pêk neyên.
Di tetbîqata ku heta 23yê Hezîranê wê dewam bike de, ji 25 welatan 250 balafirên şer û nêzî 10 hezar personel beşdar dibin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin