Tetbîqata herî mezin a NATOyê! 41 hezar lesker wê besdar bibin!
PeyamaKurd – NATO xwe amade dike ku mezintirîn tetbîqata xwe ya leşkerî piştî Şerê Sar pêk bîne.
NATO wê sala bê tetbîqata leşkerî li dar bixe û tê de nêzî 41 hezar leşker, 500 heta 700 wesayîtên şer ên hewayî û zêdetirî 50 keştî tê de beşdar bibin.
Tetbîqata leşkerî ya bi navê "Berevankarê domdar" wê di navbera Sibat û Adara 2024an de li Almanya, Polonya û welatên Baltîkê bê lidarxistin.
Armanca tetbîqata leşkerî wê cîbicîkirina hewildanên ji bo pêşîgirtina li êrîşeke muhtemel a Rûsyayê li ser yek ji welatên endamên NATOyê be.
Tê payîn ku Swêd a ku hîn endamtiya Tirkiyeyê ya NATOyê qebûl nekiriye jî beşdarî tetbîqatê bibe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin