NATO amadekariya tetbîqata herî mezin dike
PeyamaKurd- NATO bi hevkar û şirîkên xwe ve, bo tetbîqata leşkerî bike, xwe amade dike. NATO bi 29 hevkar û şirîkên xwe ve, di heyva 10-11an de li Îsweçê (Swêd) wê tetbîqata herî mezin ya salên dawiyê bike.
Navê tetbîqatê Trident Juncture 18 ye û amadekarî destpêkirin. Di derbarê tetbîqatê de oramiral James Foggo axifî û got wê tetbîqat li gor xala NATOyê ya 5an çêbibe ku ev xal bo temamê hevkarên NATOyê, tetbîqata hevpar ya berevaniyê qebûl dike. Sanaryoya tetbîqatê wê li gor maddeya xala 5an çêbibe.
Oramîral Foggo weha dewam kir: “ Armanca tetbîqata me ya Trident Juncture 18 ew e ku em hêza xwe nîşan bidin da herkes hesabê me bike û li hemberê tehdîdên ku bo me werin, em nîşan bidin ku em amade ne.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin