NATO, amadekariya mezintirîn tetbîqata asîmanî dike!
PeyamaKurd- Li gorî hat ragihandin, NATO dê mezintirîn tetbîqata asîmanî ya ku ji damezirandina xwe heta niha tetbîqateke bi vî rengî nehatiye kirin, li Almanya û Ewropaya Rojhilat bide destpêkirin.
Hat ragihandin ku di 12-23 Hezîranê de zêdetirî 10 hezar balafirvan û zêdeyî 250 kes beşdarî tetbîqata Air Defender 2023 bûn. Li gorî hat diyarkirin, tê payîn ku balafirên şer jî beşdarî vê tetbîqatê bibin.
ji bo tetbîqatê, Amerîka Nêzîkî 110 balafirên Hêza Asîmanî dê ji aliyê din ê Okyanûsa Atlantîk ve bigihin Ewropayê. Tê payîn ku NATO bi 80 balafir ji welatan û 60 balafirên hevkarên navneteweyî beşdarî tetbîqatê bibe.
Hat diyarkirin ku di dema tetbîqatê de dê rojane bi giştî 250 sefer bên kirin.
Her wiha hat zanîn ku pîlotên ji 25 welatan dê bi zêdetirî 20 cureyên balafiran beşdarî tetbîqatê bibin ku di nav wan de cureyên balafiran ên wekî F-35, Eurofighter, F-18, F-16, A-10, Gripen hene.
Armanca tetbîqata ku bi mazûvaniya Hêza Asîmanî ya Almanî tê lidarxistin ew e ku berevaniya asîmanî ya hevpeymaniyê bi hêz bihêle, peyamekê bide ku rêgiriya bihêz di asîmanî de berdewam e û hevahengiya her du aliyên Deryaya Atlantîkê bihêz bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin