Tetbîqata herî mezin a NATOyê, bi dawî dibe
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku ji aliyê rayedarên NATOyê ve hatin ragihandin, tetbîqata asîmanî ya herî mezin a ji damezirandina NATOyê heta niha, bi dawî dibe.
Li gorî daxuyaniya ku di derbarê hûrgiliyên tebîqatê de hatin dayîn, hat diyarkirin ku tetbîqata ji 250 balafir û zêdeyî 10 hezar firoke ya ji 25 welatan ku Tirkiye jî di nav de ye ku bi navê "Air Defender 2023" bi mazûvaniya Almanyayê tê kirin, sibe bi dawî dibe.
Hat diyarkirin ku Swêd û Japonya ku ne endamên NATOyê ne jî beşdarî vê tetbîqata mezin bûne.
Li gorî hat destnîşandkirin, ji bo vê tetbîqata li Almanyayê, nêzîkî 110 balafir tenê ji Amerîkayê ji bo tetbîqata li qada asîmanî ya Deryaya Bakur gihîştine qadê û balafirên Amerîkayê ji 35 eyaletên cuda yên welêt rabûn.
Her wiha hat zanîn ku van balafiran zêdetirî 380 ton pêdiviyên leşkerî hanîne Ewropayê.
80 balafirên welatên NATO û 60 firokeyên hevkarên navneteweyî jî di nav wan balefirên ku Okyanûsa Atlantîk derbas kirin û li baregehên li Almanyayê danîbûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin