Tevgera Sedir: Ji bo pêkanîna tifaqa herî mezin em nêzîkî PDKê ne

11 October 2021 15:59 0 dîtin
Tevgera Sedir: Ji bo pêkanîna tifaqa herî mezin em nêzîkî PDKê ne

PeyamaKurd - Endamê Tevgera Sedir Isam Hisên bal kişand ser encamên nefermî yên hilbijartinên parlamentoya Iraqê û got, “Ji bo pêkanîna tifaqa mezin, em nêzîkî Partiya Demokrata Kurdistanê  (PDK), Teqedum (Pêşketin) û Qîwe El-Dewle (Hêzên Dewletê) ne.’

Hisên ji Rûdawê re daye xuyakirin, bi cudahiya 40 kursiyan li gel serkeftiya duyem, wan di hilbijartina parlamentoya Iraqê de pileya yekem bidest xistine û diyar kir ku ji ber hin hesabên dengdana taybet, ew niha hejmara kursiyên xwe eşkere nakin.

Endamê Tevgera Sedir herwiha got: “Ji bo pêkanîna tifaqa mezin, em nêzîkî Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), Teqedum (Pêşketin) û Qîwe El-Dewle (Hêzên Dewletê) ne.’

Endamê Hevpeymaniya Fetih a Hadî Amirî, Ebû Mîsaq Elmesarî jî gotiye, li gor encamên destpêkê ew 41 heta 43 kursiyan bidest dixin û piştî Tevgera Sedir, ew di rêza duyem de ne.

Ebû Mîsaq Elmesarî daye xuyakirin, “Ji bo pêkanîna tifaqa herî mezin, em nêzîkî Dewleta Qanûnê, Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û Hevpeymaniya Ezm in.”

HILBIJARTIN | Kurdan li Kerkûk û Mûsilê kursiyên xwe zêde kirin