The Atlantic: Bi kustina Bexdadî re DAIS xurtir dibe
PeyamaKurd – Kovara Amerîkî The Atlanticê li ser vekişîna Amerîkayê ji Sûriyê û zêdebûna metirsiya zindîbûna DAIŞê raportek belav kir.
Li gorî raporta kovarê li herêmên ku DAIŞ lê têk çûye xwe ji nû ve birêxistin dike û tevî kuştina xelîfeyê DAIŞê Ebûbekir Bexdadî jî metirsiya vegera DAIŞê li ber çavan e.
Kovar dide xuyakirin ku vekişîna hêzên Amerîkî ji Sûriyê, rê li ber derketina DAIŞê bi nifşekî nû vekiriye û egera veger û bihêzbûna DAIŞê hê jî mimkun çe.
‘Bi hezaran DAIŞî li Sûriye û Iraqê çalak in’
Di raporta The Atlanticê de wiha tê gotin: “Bi kuştina Bexdadî re egera zindîbûna DAIŞê xurtir bû. Zemîna derketina DAIŞê beriya 2014an hebû. Avakarên zemînê jî Qa’îde û komên terorîst bûn. Tevî ku DAIŞ rûbereke bi qasî rûbera Birîtaniyayê ji dest da, lê heta niha bi hezaran ji endamên wê li Sûriyê û Iraqê çalak in.”
‘Berpirsên Amerîkî qonaxa piştî kuştina Bexdadî bibîr dixin’
The Atlanticê bihêzbûn û vegera DAIŞê bi biryara Serokê Amerîka Donald Trump a vekişîna hêzên Amerîkî ji Sûriyê ve girê da û diyar kir, “Vekişîna hêzên Amerîkî ji herêmê tevliheviyek derxiste holê. Trump bi kuştina Bexdadî ragihand ku cîhan êdî bi ewle bûye, lê tevî wê jî hin berpirsên Amerîkî metirsiya xwe ji qonaxa piştî kuştina Bexdadî re anîne ziman.”
‘Malbat û zarokên DAIŞê zemîna vegerê ne’
Kovar balê dikşîne ser paşguhkirina civaka navdewletî ya ji bo qurbaniyên kiryarên DAIŞê û dide xuyakirin, girtiyên DAIŞî, malbat û zarokên DAIŞî hemû zemîneke vegera DAIŞê ne.
‘Biryara vekişîna Amerîkayê rê li ber nifşekî nû yê DAIŞê vekir’
The Atlantic xeteriya girtiyên DAIŞê bibîr dixe û hişyariya xeteriya vekişîna hêzên Amerîkî dide û diyar dike, ev vekişîn û paşguhkirina mijara terorîstên DAIŞî yên girtî, rê li ber derketina nifşekî nû ya DAIŞê vedike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin