The Economist: Min dît ku kesên li navenda Hatayê bi destên xwe kavilan dikolin

13 February 2023 13:41 0 dîtin
The Economist: Min dît ku kesên li navenda Hatayê bi destên xwe kavilan dikolin

PeyamaKurd – Peyamnêrê Tirkiyê yê Kovara The Economist Piotr Zalewski di bernameya ku beşdarî Tora Radyo ya Netewî ya Amerîkayê bû de nerînên xwe yên li ser herêma erdhejê parve kir. Zalewskî wiha got: “Min dît ku kesên li navenda Hatayê bi destên xwe kavilan dikolin.

Peyamnêrê Tirkiyê yê Kovara The Economistê ya Brîtanî Piotr Zalewski di bernameyeke ku beşdarî Tora Radyoya Netewî ya Amerîkayê (NPR) bû de, li ser encamên siyasî yên erdhejên Mereşê nirxandin kirin. Zalewski tekez kir, "destwerdanên li herêma erdhejê têrê nakin". Nûçegihanê Economist amaje bi wê yekê kir, "Erdogan jî vê rastiyê qebûl dike" û got, "erdhej wê barekî giran li ser hişê hilbijêrên ku biçin ser sindoqan."

Piotr Zalewski diyar kir, erdheja Marmarayê ya sala 1999an rê li ber hilbijartina Erdogan vekir û got, "Erdogan di sala 2003an de hat hilbijartin û 20 salên din li ser desthilatdariyê bû. Di wê demê de ji hewldana derbeyê, skandaleke mezin a gendeliyê, xwepêşandanên li dijî hikûmetê û krîza penaberan rizgar bû."

Zalewski diyar kir, "dema ku ew li Hatayê bû, wî li derveyî navenda bajêr gelek tîmên hawarçûnê û xebatkarên fermî yên lêgerîn û rizgarkirinê dîtine û li navendê ew çend kêm bûn ku xelk bi destên xwe mayînan dikolin." Nûçegihanê Economîstê bal kişand ser kêmasiya midaxaleyan û got, "Min dît ku birîndar hene, ji ber ku bi saetan li benda ambulans û alîkariya ewil sekinîn mirin."