Li Hatayê 42 kesên ku dest danîn ser malzemên alîkariyê, hatin desteserkirin
PeyamaKurd – Li bajarê Hatayê 42 kesên ku dest danîn ser malzemên alîkariya erdhejê û wan di malekî cotyaran de diparastin ku di nav wan de alavên xwarinê hebûn, ji aliyê hêzên dewletê de hatin desteserkirin.
Kesên ku gumanbarên diziyê ne, li ser wan û alavên dest danîne ser de 11 hezar dolar, 70 hezar perên Tirkiyê, 20 telefonên destî, 8 komputer, 5 alavên sipî (dolaba sarincê û makîna şûştina cilan), 6 demançe, 3 tivingên nêçîrê, eşyayên ziynet û kartên bankayan yên aîdê kesên cuda hatin girtin.
Her weha 2 kesên ku xwe weka wezîfedarên alîkariya mirovî nîşan dan, barê 6 TIR an malzemen xidayê dizîne. Gumanbar hatin desteserkirin û alavên diziyê di malekî cotyariyê de tên parastin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin