The Guardian: Rewsa Boris Johnson ji ya ku hat eskerekirin girantir e

06 April 2020 11:43 0 dîtin
The Guardian: Rewsa Boris Johnson ji ya ku hat eskerekirin girantir e

PeyamaKrud - Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson ku 10 roj berê encama testa wî ya koronayê (Covîd-19) pozitiv derketibû, ji ber ku 10 roj e herareta wî nakeve, duh rakirine nexweşxaneyê. Rojnameya The Guardianê amaje kir ku Rewşa Johnson ji ya ku hat eşkerekirin girantir e.

Encama testa koronayê (Covîd-19) ya Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson, beriya niha pozitîv derketîbû û duh şev (5 Nîsanê) ew rakirine nexweşxaneyê.

Di daxuyaniya Baregeha Serokwezîriya Brîtanyayê de hatîye gotin, "Serokwezîr li ser pêşniyara bijîşkan vê êvarê bi mebesta pişkinînan rakirin nexweşxaneyê."

Hat ragihandin ku nîşaneyên Covîd-19ê li Johnsonê 55 salî didomin û rakirina wî ya nexweşxaneyê bi mebesta tevdîrê ye.

Hikumeta bi daxuyaniyeke ragihand: “Serokwezîrê ji ber semptomên berdewam dikin û bi mebesta testên rûtîn ew rakirine nexweşxaneyê. Dê testên kezebê, dilî, dilî û gurcikan jî bihên kirin.”

Hêjayî gotinê ye ku Johnson  ji ber heraret û kuxikê di 27ê Adarê de testa wî ya Covîd-19ê hatibû kirin û encama testa wî pozîtîv derketibû û ji wê demê ve xwe îzole kiriye.