THY ragihand ku 31 seferên balafiran betal kirine

22 January 2022 23:13 0 dîtin
THY ragihand ku 31 seferên balafiran betal kirine

PeyamaKurd – Şîrketa karên hewayî ya Tirkiyê THY, li ser şertên hewayê û rewşa seferên balafirên rêwiyan agahî da. THY di agahiya xwe de weha got:

“Em di van şertên hewayê yên nexweş de, bi temamê tîmên xwe ve, ji bo ewlehiya seferan dixebitin. Ji bo 23 yê mehê, seferên ku wê ji balafirgeha Sabiha Gökçen ya Îstenbolê bên kirin û seferên ku ji bo wê bên kirin, bi tevahî 31 sefer bi sedema tedbîran hatine betalkirin.”