Tîma Handbolê ya Jinan a Hewlêrê bû sampiyon!
PeyamaKurd - Tîma Hendbolê ya Jinan a Hewlêrê cara duyemîn di Super Lîga Iraqê de bû şampiyon.
Tîma Hendbolê ya Jinan a Hewlêrê du werz e li ser hev di Super Lîga Iraqê de dibe şampiyon.
Tîma Hewlêrê di pêşbirka li beramber tîma Jinên Hewlêrê ku doh birêve çû, bi encama 24-35 bi ser ket û bû şampiyon.
Piştî serkeftina Tîma Handbolê ya Jinan a Hewlêrê hejmareke zêde yarîzanên tîma Hewlêrê ji bo tîma Iraqê hatin vexwendin daku beşdarî şampiyonaya Hendbolê Îlona îsal li Koreya Başûr birêve diçe bibin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin