Tîma pizîskî ya Weqifa Alîkariya Barzanî, gihîst Rojava

15 February 2023 15:08 0 dîtin
Tîma pizîskî ya Weqifa Alîkariya Barzanî, gihîst Rojava

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên hatin ragihandin, tîma pizîşkî ya Weqifa Alîkariya Barzanî, bi hemahengiya Rêveberiya Tenduristiya Hewlêrê gihîşt bajarê Efrînê yê Rojava.

Berpirsê tîma pizîşkî ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî Dr. Abbas Azad got, “Piştî demeke dirêj em wekî weqif bi hemahengiya Rêveberiya Tenduristiya Hewlêrê gihîştin Efrînê. Di tîma me de bijîşk, dermansaz û xebatkarên tenduristiyê bi ambûlansan hene.

Dr. Abbas Azad destnîşan kir ku ew di serî de ji bo bersivdana lezgîn amade bûn û diyar kir ku ew ê alîkariyê bigihînin herêmên ku mal lê hatine xirakirin û li xalên diyarkirî jî dê xizmetên tenduristiyê bidin gel.

Her wiha Dr. Abbas Azad got ku “Planeke din jî gihandina alîkariyê ji nexweşxaneyên Efrînê re ye. Li ser daxwaza Rêveberiya Tenduristiya Efrînê me derman amade kir. Niha di rê de ye û em li bendê ne ku îşev an sibê sibê bigihêje Efrînê. 7-8 roj in em li wir xizmetê dikin. Niha jî tîmeke me li wir heye, lewma em hatin vê derê.”

Dezgeha Alîkariya Barzanî ya ku yekemîn û tekane saziya alîkariyan digihîne Efrîn û bajarokên Cindirêsê yên Rojava yên ku ji ber erdhejê wêran bûne, dê ofîsa xwe li Efrînê veke.