Tîmên Antî Terora Kurdistanê agahiya mosekan yên li Hewlêrê ketin da

26 June 2021 17:26 0 dîtin
Tîmên Antî Terora Kurdistanê agahiya mosekan yên li Hewlêrê ketin da

PeyamaKurd – Tîmên Antî Terorê yên Herêma Kurdistanê di ser hesabê xwe yê medya civakî de ragihandiye ku îro siet li dora 01:50 an de, 3 dronan li nahiya bi ser Hewlêrê ya Mela Omerê di navbera gundên Bîraxê û Sêwlê, li nêzê mala hemwelatiyekî hatine firandin. 2 ji wan dronan teqiyane lê yek neteqiyaye. Drona neteqiyaye li qûntara çiyayê Tarînê ketiye. Tişta ku ciyê kêfxweşiyê ye, moşekên dronan nebûne sedema zerara mal û canî.

Tîmên Antî Terorê yên Herêma Kurdistanê ragihandiye ku li ser perên dronan “Al îslam Elîk ya Cemal El Iraq, Besim Ll Qasim Al Cebarn, ya Êahib Al ezman, Ya Zehr’’ hatine nivîsandin.

Li ser bûyerê lêpirsîna tîmên antî terorê dewam dike û dê encama lêpirsînê bo raya giştî bê ragihandin.