Tirkiye balafira bê ajotvan ‘Bayraktar TB2’ teslîmî Polonya kir

28 October 2022 23:13 0 dîtin
Tirkiye balafira bê ajotvan ‘Bayraktar TB2’ teslîmî Polonya kir

PeyamaKurd – Selçuk Bayraktar ku ji karê teknolojiya çekan ya şîrketa Baykarê berpirse, di fûara SAHA Expo de ragihand ku li seranserê dinyayê daxwaza balafira bê ajotvan ya ku Tirkiyê çêdike ya bi navê Bayraktar TB2, heye û wekî din bi çêkirina balafirên Bayraktar TB3 û Bayraktar Kızılelma bilî dibin. Bayraktar weha got:

“Me îro balafir û sîstema wê ya Bayraktar TB2 teslîmê Polonyayê kir. Li Polonya jî heyecanekî mezin hebû. Di çarçoveya hevkariya stratejîk ya şîrketa Baykarê de peyman çêbûn. Fûar ji aliyê asta sanayiya bergiriyê de gihayê asteka baş û me serbilind dike. Wê di seha teknolojiyê de şîrketên me tev biserbikevin.

Dahata 20 salên dawiyê ya şîrketa Baykarê %75 ê wê ji îxracatê tê. Ev nisbet di sala borî de %98 bû. Balafira bê ajotvan ya Bayraktar TB2 yê gelek dixwazin. Me heya îro bi 24 dewletan re peyman îmze kiriye.”