Tirkiye bang li hemwelatiyên xwe yên li Ûkraynayê kir

12 February 2022 19:26 0 dîtin
Tirkiye bang li hemwelatiyên xwe yên li Ûkraynayê kir

PeyamaKurd – Wezareta karên derve ya Tirkiyê li ser dijberiya navbera Rûsya-Ûkraynayê her diçe dijwartir dibe, bang li hemwelatiyên xwe kir. Wezaret di bangê de ragihand ku hemwelatiyên Tirkiyê di seredanên xwe yên li rojhilatê Ûkraynayê de, bihezir tevbigerin. Wezaret weha got:

“Asayîşa Ûkraynayê ji aliyê me de tê şopandin. Em şîretan li hemwelatiyên xwe dikin û eger mecbûr nemînin, bila neçin deverên ser sînor yên rojhilatê Ûkraynayê. Bila hemwelatî ji bo ewlehiya xwe her tedbîrê bigrin û berya seredanên xwe yên mecbûrî bikin, bi konsolxaneya Tirkiyê ya Kievê de têkiliyê deynin.”

Wezaret her weha telefonên xwe yên Kievê û yên Ankarayê ji bo hemwelatiyan ragihand.