Tirkiyê bang li welatiyên xwe kir: Xwe ji deverên ku alozî lê hene dûr bixin û serdana Bexdayê nekin
PeyamaKurd – Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê diyar kir, pêşhatên dawî metirsiyê li ser aramî û ewlekariya Iraqê dirust dike û bang li welatiyên xwe kir xwe ji deverên ku alozî lê hene dûr bixin û serdana Bexdayê nekin.
Li gor Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê di daxuyaniya xwe ya li ser pêşhaten dawî yên Iraqê da zanîn, bûyerên ku ev demek e berdewam in, ji bo aramî, yekîtî û ewlehiyê Iraqê gihîştine qonaxeke metirsîdar.
Herwiha eşkere kir, ew Iraqê wek welatekî dost dibînin ku ewlekarî û aramiya Iraqê bo Tirkiyê giring e û ji bûyeran dilgiran in.
Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê di berdewamiyê de bang li hemû aliyên Iraqê dike ku bi hestiyarî tevbigerin û hemû pirsgirêkên siyasî bi diyalogê di nav aramiyê de çareser bikin.
Tirkiye ji ber rewşa Bexdayê ji welatiyên xwe dixwaze, derveyî rewşên neçarî serdana Bexdayê nekin û bang li hemû welatiyan dikin, ji cihên ku tevlihevî hene dûr bikevin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin