Tirkiyê bi SIHAyan êrîsî gundên Dêrika Rojavayê Kurdistanê kir: 2 sivîl hatin kustin
PeyamaKurd - Balafirên bêpîlot ên biçek (SIHA) yên Tirkiyê gundên bajaroka Dêrikê ya Rojavayê Kurdistanê bombebaran kir û di encama êrîşê de 2 sivîlan jiyana xwe ji dest da.
Li gorî zanyariyan balafirên bêpîlot ên artêşa Tirk îro ber êvarê gundê Mezrî yê Dêrikaberavê yên Dêrikê bombebaran kirin.
Hêzên Asayîşa Rojava li ser êrîşê dan xuyakirin ku di bombebaranê de 2 sivîl hatine kuştin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji saetên sibê ve balafirên bêpîlot ên Tirk li ser herêma Dêrikê digeriyan ku parastina qada hewayî herêmê di bin konrola Rusya û Amerîkayê de ye û Tirkiye dîsa jî firînên xwe pêk tîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin