Dêrika Hemko | Tirkiyê bi dronekê êrîsî du otomobîlan kir
PeyamaKurd – Tirkiyê li gundê Xana Serê li nêzîkî Dêrika Rojavayê Kurdistanê, bi dronekê êrîşî du otomobîlan kir.
Li gor zanyariyan, serê sibeha îro Sêşemê 28ê Hezîran 2022yan droneke Tirkiyê li gundê Xana Serê yê nêzîkî bajarê Dêrika Hemko li Rojavayê Kurdistanê, saet derdora 04.00an du otombîl kir armanc û di encamê de hejmarek kes birîndar bûn.
Çavkaniyên xwecihî eşkere dikin, otomobîlek jê ya kesekî sivîl e. Birîndarên bordumanê birine nexweşxaneyan û du ji wan birine nexweşxaneyên Qamişloyê.
Herwiha droneke Tirkiyê danê vê sibehê li Tel Rifatê jî malek bombebaran kir û di encamê de tu ziyanên canî çênebûn, lê hat diyarkirin ku xaniyê ku bûye armanca êrîşê xisareke mezin lê çêbûye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin