Tirkiye bingehên serbazî yên nû li Girê Spî datîne

05 December 2023 14:53 0 dîtin
Tirkiye bingehên serbazî yên nû li Girê Spî datîne

PeyamaKurd - Artêşa Tirkiyeyê karwanekî serbazî yê nû dişîne Girê Spî û bingeheke serbazî ya nû çê dike.

Medyayên navxweyî yên Sûriyeyê parve kiriye ku şeva borî, di 4ê Berfembar a 2023an de, artêşa Tirkiyeyê karwanekî serbazî ku ji 35 amûr û keresteyên serbazî û zirîpoş û tankan pêk hatiye şand Girê Spî li bakurê Reqeyê.

Herwesa amaje daye ku, ew karwan li xala serbazî ya Tirkiyeyê li gundê Xabûra li başûrê rojhilatê Girê Spî hatiye binecihkirin.

Pêştir jî Saziya Mafên Mirovan ya Sûriyê (SHOR) parve kiribû ku, Tirkiyeyê dest bi çêkirina bingeheke serbazî ya nû li bakurê Reqeyê kiriye, lewma berdewam karwanên nû yên serbazî û amûrên cuda cuda ji bo wê deverê tên şandin.

Girê Spî girêdayî parêzgeha Reqeyê ya Sûriyeyê ye ku dikeve ser sinorê Tirkiyeyê. Di şerê navxweyî yê Sûriyeyê de, bajar li destpêkê li sala 2012ê keft bin destê artêşa Sûriyeyê ya Azad, paşî di sala 2014an de ji aliyê hêzên DAIŞê ve hat dagirkirin û paşî di 16ê Hezîrana 2016an de jî ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokrat (HSD) ve hat azadkirin. Lê di 13ê Cotmeh a 2019an de, Girê Spî ji aliyê Tikriyeyê û hêzên çekdar ên nêzî Tirkiyeyê ve hat dagirkirin.