Tirkiyeyê û Sirbistanê 11 peyman girêdan
PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di serdana xwe ya Belgrad3e de, ligel Serokomarê Sirbistanê Aleksandar Vucic civiye û piştî hevdîtina şandên herdu welatan jî beşdarî merasîma îmzekirina 11 peymanan bû.
Hate ragihandin ku di navbera Tirkiye û Sirbistanê de, peymanên li ser hevkariya herdu welatan a di warên bazirganî, aborî, îstihdam, ewlehî, teknolojî, enerjî, werziş û enformasyonê de hatin îmzekirin.
Li gorî peymanên hatine girêdan, di hevkariya Tirkiye û Sirbistanê di warên çand, dîrok û ziman jî di nav de, di gelek warên cuda de bê xurtkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin