Ömer Öcalan: Eger Tirkiye pirsgirêka Kurd çareser bikira, wê di Rojhilata Navîn de bibûya mînak

02 October 2024 21:31 0 dîtin
Ömer Öcalan: Eger Tirkiye pirsgirêka Kurd çareser bikira, wê di Rojhilata Navîn de bibûya mînak

PeyamaKurd – Parlementerê DEM Partiyê yê bajarê Rihayê Ömer Öcalan di meclisa Tirkiyê de civîna çapemeniyê li dar xist û got:

“Eger Tirkiye pirsgirêka Kurd çareser bikira, wê di Rojhilata Navîn de bibûya mînak û bigiha astekî bêhempa. Salên 2015-2016an ji bo AKPê girîng bû lê di van salan de AKP pêvajoya çareseriyê û aştiya bi Kurda re avête terefekî din.”

Öcalan got bê wê kengê AKP guh bide pirsgirêka Kurd û weha dewam kir:

“Di 22 salan de tişta girîng ya AKPê kiriye ew e ku di raya giştî de li ser pirsa Kurd rêya munaqeşê vekiriye. Ev pêngavekî mezin û serkeftî bû. Mixabin negiha dawiyê. Eger Tirkiye di wê wextê de pirsgirêka Kurd çareser bikira, wê di Rojhilata Navîn de bibûya dewletekî mînak.”