Tirkiye bû sedema qeyrana avê li Iraqê

20 July 2020 10:41 0 dîtin
Tirkiye bû sedema qeyrana avê li Iraqê

PeyamaKurd - Li gor Mehdî Reşîd Wezîrê Çavkaniyên Ava Iraqê ragihand, Iraq bi qeyraneke nû ya avê re rûbirû mayê û ger di derbarê bendavên avê de, bi cîranê xwe Tirkiye re rêkeftinê nekin wê sedema kêmbûna avê neye çareserkirin.

Herwiha Reşîd da zanîn, ew ava îsal gihiştiye bakûrê welat bi rêjeya % 50 kêm bûye û di heman demê de îsal rêjeya baranbarînê jî bi rêjeya % 50 kêm bûye.

Wezîrê Ava Iraqê got, ‘‘Me ji Wezareta Derve re daxwaz kiriye peyameke bi lez ji bo Wezareta Derve ya Tirkiye bişîne û ji wan bipirsê sedema kêmbûna ava tê çiye.’’