Tirkiye bi sedema Iraqê bo hemwelatiyên xwe hisyarî da
PeyamaKurd- Li ser mijara xwepêşandanên li Iraqê ku li seranserê Iraqê dewam dike, Tirkiye hişyarî da hemwelatiyên xwe û got heya mecbûr nebin neçin Iraqê. Di beyana wezareta karên derve ya Tirkiyê de weha hat gotin:
“Payîtext Bexda di nav de li hinek bajarên Iraqê ji 1 ê cotmehê heya niha bi sedema dewama xwepêşandanan, heya hemwelatî mecbûr nebin bila neçin deverên ku xwepêşandan lê hene. Hemwelatiyên me yên ku niha li Iraqê ne, bila beyanên me bişopînin, ji ciyên qelebalix xwe dûr bixin û bo ewlekariya xwe bi hezir bin.”
Wezareta Tirkiyê ya bo karên derve di beyana xwe de telefonên balyozxaneyên li Iraqê jî daye.Eger pêwistbe dikarin li wan telefonan bigerin û pirsgirêkên xwe çareser bikin an balyozxaneyan agahdar bikin.
Xwepêşandan, li deverên Ereb de dewam dikin lê li Kurdistanê aramiyeka baş heye. Tenha îro xwepêşandan û nerazîbûn li dijî rêvebiriya Kerkûkê çêbûn. Gelek kes li ber parêzgeha Kerkûkê civiyan û kirayêr rêvebiriyê, gendelî, bêkarî û mijara av û elektrîkê di nav de, protesto kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin