Tirkiyê cardin gefa vetokirina endamtiya NATO li Swêd û Fînlandê xwar

04 August 2022 19:40 0 dîtin
Tirkiyê cardin gefa vetokirina endamtiya NATO li Swêd û Fînlandê xwar

PeyamaKurd – Li demeke ku 30 welatên endamên NATOyê li parlamentoyên xwe, biryara beşdarbûna NATOyê ya Swêd û Fînlandayê dipejirînin, Tirkiyê piştî lihevkirina sêqolî ya bo endamtiya Swêdê û Fînlandê cardin gefa vetokirinê xwar.

Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Bekîr Bozdag ji medya Tirk re axivî û bal kişand ser daxwazên Tirkiyê yên radestkirina hejmarek kesan bi hinceta PKKê û diyar kir, “Heger Swêd û Fînlanda sozên xwe yên ku ji bo endamtiya NATOyê dane bicih bînin, Tirkiye jî dê soza xwe bicih bîne lê eger bicih neyînin Tirkiye wê careke din soza xwe bicih bîne û pêngava pêwîst navêje.”

Bozdag bi neavêtina pêngava pêwîst gefa vetokirina endamtiya NATOyê li wan welatan xwar û di dewamê de wiha axivî: ”Derbarê 33 terorîstan de berî niha daxwazên Tirkiye hebûn. Me beşek ji van daxwazan dûbare kirin, me yên nû jî lê zêdekirin û gotin wan lê heta niha bi awayekî fermî ti bersivek bo me nehatiye dayîn. Em dê hikûmetên Swêd û Fînlandê di vê proseyê de bişopînin. Swêd, Fînland, Almanya û Fransa hemû jî bûne mala PKKê û FETOyê. Li aliyekê li welatên wan polîs rê bo her cor çalakiyekê didin. Li aliyê din jî çavê xwe bo perwerdekirina terorîstan digirin. Li aliyê din jî piştevaniyeke mezin a çekan didin wan.”