Tirkiye di sanayiya bergiriyê de di nav 7 mehan de 3 milyar û 35 milyon dolar îxracat kir

03 August 2023 22:47 0 dîtin
Tirkiye di sanayiya bergiriyê de di nav 7 mehan de 3 milyar û 35 milyon dolar îxracat kir

PeyamaKurd – Îxracata berhemên sanayiya bergiriyê ya Tirkiyê li gor sala 2022an û li gor salên borî %150 zêdetir bû. Di qelemên dinê de îxracata Tirkiyê kêm bû. Di Temmûza îsal de îxracata sanayiya bergiriyê 658 milyon dolar bû. Dibe ku di dawiya îsal de îxracata bergiriyê bigihê hedefa xweku 6 mîlyar dolare.

Tirkiye bi Erebistana Saûdî re peymanan îmze kiriye lê heya niha wextê wan nehatiye. Eger ew peyman di sala 2023an de werin cîh, wê Tirkiye bigihê hedefa xwe. Tirkiye bi Erebistanê de bi miqdarê 3 milyar dolarî peyaman firotina Bayraktar Akıncı kiriye. Din av wan de balafirên bê mirov, li gor wan muhîmmat, îstasyonên cîh û yekîneyên kontrola erdê hene.