"Tirkiye dijî Amerîkayê pistgiriya Îranê dike"
PeyamaKurd - Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu diyar kir ku ew li dijî mueyideyên li ser Îranê ne û got, "Weke her welatî emê jî mueyideyên Neteweyên Yekbûyî (NY) cîbicî bikin lê belê çi Amerîka, Îngiltere û çi welatekî din jî be, divê bila YE jî be, em ne mecbûr in bi ya wan bikin."
Çavuşoglu di çarçoveya serdana xwe ya Azerbaycanê de li Bakuyê ye, piştî hevdîtina xwe ya digel Wezîrê Derveyî yê Azerbaycanê Elmar Memmedyarov civîneke hevpar a çapemeniyê li dar xist.
Çavuşoglu bibîr xist ku Tirkiye berê jî piştgiriya mueyideyên YEyê yên li ser Rûsyayê nekir û got, "Em mueyideyan di cih de nabînin. Ev bertekeke binemayî ye. Girêdayî ti mercekî nîne."
Çavuşoglu cext li wê yekê jî kir ku heke Amerîka serkirdeyê FETOyê Fetullah Gulen bide jî, dê Tirkiye qet ji wê berteka xwe ya binemayî bernede û wiha pê de çû: "Amerîka mecbûr e ku FETO bide me. Em hevpeyman in û FETO jî serkirdeyê rêxistineke terorê ye digel vê li Tirkiyeyê hewl da ku derbeyekê bike. Nabe ku ev bi ti mercekê ve bê girêdan."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin