"Tirkiye dixwaze mijara Minbicê bêser hel bibe"
PeyamaKurd - Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Nurettîn Canîklî behsa çûna nav Minbicê kir û got: "Beriya Pompeo bibe Wezîrê Karên Derva di mijara nexşerêyê de lihevkirinek çêbûbû. Ew hevdîtin dewam dikin. Em dixwazin ku mesele bêyî şer û pevçûn hel bibe, daxwaza me ev e."
Canîklî li Meclisê bersiv da pirsên rojnamegeran.
Canîklî wiha axivî: "Hemû ciyên ku rêxistinên terorî lê ne, heya ku ev der ji van rêxistinan werin paqijkirin hedefa Tirkiyeyê ne. Divê başûrê Tirkiyeyê û sînorên Tirkiyeyê ji rêxistinên terorî bên paqijkirin. Heger na Tirkiye wê xwe bi ewle nizanibe. Ji ber vê qasê, her ciyekî ew lê ne, şert û merc çi dibin bira bibin, rêxistinên terorê û terorîstên li wan deran hedefa me ne."
Hat destnîşankirin ku hin îdia hene ku Amerîka wê ji Minbicê vekişe ku Canîklî jî wiha got:
"Beriya Pompeo bibe Wezîrê Karên Derva di mijara nexşerêyê de lihevkirinek çêbûbû. Ew hevdîtin dewam dikin. Em dixwazin ku mesele bêyî şer û pevçûn hel bibe, daxwaza me ev e. Em zorê didin vê yekê. Ji ber hindê hevdîtin ji bo çareseriyê hê jî li ser maseyê ne. Beriya dawî li vê were, divê mirov rêbazên din nexe dewrê. Dawiya dawî Amerîka di nava NATOyê da mitefiqê me ye."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin