Tirkiye | Ji bo daxuyaniya 103 Amîralan a 'Peymana Montroyê' lêpirsîn hat destpêkirin
PeyamaKurd – Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê derbarê daxuyaniya 103 Amîralên xanenişîn ku ji bo Peymana Montro ya deryayê hişyarî dabûn deshilatdariya Tirkiyê lêpirsîn da destpêkirin.
Di daxuyaniya Serdozgeriyê da hatiye gotin ku 4ê Nîsana 2021ê li ser medya civakî û hin malperên înternetê daxuyaniyeke bi navê "Ji 103 Amîralan danezana Montroyê" hatiye belavkirin û derbarê kesên ku daxuyanî amade kirine û yên bi wan re eleqedarin de lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Hêjayî gotinê ye, 103 Amîralên xanenişîn ên Tirkiyê, li ser nîqaş û hin daxuyaniyên berpirsên deshilatdariya AKPê yên li ser betalkirina Peymana Montroyê daxuyaniyek dan. Amîralan ji bo parastina wê peymana dema şerê cîhanê bi Peymana Lozanê re hatiye îmzekirin û serweriya kendavên Stenbolê dide Tirkiyê, hişyariyeke tund dan deshilatdariyê.
Di serî de Berpirsê Ragihandina Serokomariyê Fahrettîn Altun, Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu û Serokê MHPê Devlet Bahçelî bertekek tund dan wê daxuyanî û wekî hewldanên darbeyê pênase kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin