Tirkiyê ji Iraqê daxwaza sizadana êrîskarên konsulxaneya Mûsilê kir

27 July 2022 19:52 0 dîtin
Tirkiyê ji Iraqê daxwaza sizadana êrîskarên konsulxaneya Mûsilê kir

PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Tirkiyê li ser êrîşa moşekî ya şeva borî bi ser konsulxaneya xwe ya li bajarê Mûsilê daxuyanî da û xwest berpirsên êrîşê werin sizadan.

Di daxuyaniya hatiye belavkirin de hatiye gotin: “Em li bendê ne ku desthilatdarên Iraqê, berpirsên êrîşa asta nizm a ser konsulxaneya me ya li Mûsilê siza bidin.”

Hêjayî gotinê ye, piştî topbarana artêşa Tirkiyê ya havîngeha Perexê ya Zaxoyê ku 9 welatiyên Iraqê hatibûn kuştin, ji bilî nerazîbûnan û protestoyan êrîşên ser baregeh û navendên Tirkiyê li seranserê Iraqê zêde bûne,

Şeva borî jî konsulxaneya Tirkiyê ya li Mûsilê bi 4 guleyên Hawinan hat armanckirin ku ti ziyaneke canî di encamê de çênebû.