Tirkiyê li hemberî PKK ji Iraqê daxwaza hevkarîyê kir

19 June 2020 11:44 0 dîtin
Tirkiyê li hemberî PKK ji Iraqê daxwaza hevkarîyê kir

PeyamaKurd - Berdevkê Wezareta Derve yê Tirkiyê bo daxuyaniya nerazîbûna Serokatiya Derve ya Iraqê ya li ser êrîşên Tirkiyê de wek bersiv daxuyaniyek da.

Berdevke Wezareta Derve yê Tirkiye Aksoy got, em daxwaz dikin ku Iraq di şerê me yê li hemberî PKK hevkariyê bi me re bike.

Hami Aksoy da zanîn ku, operasyona wan ya bi navê Pence Piling, him bo yekparçebûna Iraqê him jî bo Tirkiyê gavek girîng e. Li gor Aksoy, hebûna PKK herdu aliya jî tehdit dike û divê li hemberî vê bi hevkariyekê tevbigerin.

Dû êrîşên li Başûrê Kurdistanê Wezaretxana Derve ya Iraqê bangî balyozê Tirkiyê kiribû û daxwaza sekinandina êrîşan kiribû.