Tirkiye koçberên Quneytira li herêma Efrînê bi cî dike

25 May 2021 10:00 0 dîtin
Tirkiye koçberên Quneytira li herêma Efrînê bi cî dike

PeyamaKurd – Tirkiye koçberên ji gundê “Um Batine” yê gundewarê parêzgeha Quneytira, li herêma Efrînê bi cî dike.

Li gor Afrînpostê, di 21ê Gulana 2021 de rêjîma Sûrî bi peymana li gel rûspiyên gund “Um Batine”, 30 tundrew tevî malbatên wan(derdora 150 kesî) di bin sîwana Rûsya de ber bi herêmên Tirkiyê yên dagirkirî koçber kirin.

Tevî ku milîsên girêdayî Tirkî li bakurê Sûriyê razî nebûn wan koçberên Quneytirayî pêşwazî bikin, Tirkiyê ew bi rêya dergeha Xezawiyê yê gundewarê Efrînê, derbasî herêmên “Heyeta Tehrîr El-Şam” li Idlibê kir, lê belê li gor nûçeya Afrinpostê, hejmarek ji malbatan li bajarê Efrînê hat bicîkirin.

Herwiha hatiye destnîşankirin, yê bi navê “Bişara” û malbata wî ji parêzgeha Quneytira ne û ew li mala koçberekî Kurd li taxa Eşrefiyê û bi taybet li dorhêla baregeha Tirkî li taxa “Fîl” li herêma milîsên “Ehrar El-Şam”, bi cî kirin.

Herî dawî hatiye eşkerekirin, beşek ji koçberên Quneytirayê wê li gundê Basûfan û Şadêrê yên Êzîdî werin bicîkirin û tê zanîn ku hejmara mezin derbasî Idlibê, li nava çekdarên “Cebhet El-Nusra” kirin.