Tirkiye dê koçberên Idlibê li Efrînê bicîh bike

12 September 2018 02:36 0 dîtin
Tirkiye dê koçberên Idlibê li Efrînê bicîh bike

PeyamaKurd - Ev çend roj in tê gotin ku hikûmeta Sûriyê bi alîkariya Rûsyê dixwaze herêma Idlibê ji destê çekdarên alîgirên Tirkiyê derxîne.

Destpêkirina operasyona Idlibê ew qasî nêzîk û cidî bûye ku nûnerê taybet yê NY di karûbarên Sûriyê de Staffan de Mistura gotiye: Êdî zehmet e pêşiya wê operasyonê were girtin.

Ji ber wê jî Tirkiye û çekdarên alîgirên wî welatî li dijî encamên wê operasyonê dest bi amadekariyên berfireh kirine.

Li ser wan amadekariyan, rojnama Haber Turk ya Tirkiyê ragihandiye, çekdarên dijî hikûmeta Sûriyê yên li Idlibê biryar dane bersiva êrişên bejahî yên Sûriyê bidin. Li gorî agahiyên wî rojnamevanî, di warê bejahî de êriş dê ji 4 aliyan (mêhweran) ve dest pê bibe. Ji du aliyan ve hêzên Sûrî, ji aliyê din hêzên Berxwedanê yên piştgirê hikûmetê û ji cebheya çaran jî hêzên Rûsî dê êriş bikin.

Vê rojnamê herwiha daye zanîn, Tirkiyê jî gelek hêz li ser sînor kom kirine û xalên çavdêriyê jî qehîm kirine, herwiha du pilan daniye; pilana A û ya B.

Li ser naveroka wan pilanan jî rojnama Haber Turk diyar kiriye ku li gorî pilana A, Tirkiye dê 18 km derbasî nav Idlibê bibe û herêmeka tamponê bo parastina sivîlan ava bike. Lê eger Idlib bikeve destê hikûmeta Sûriyê wê çaxê ew kesên ku koçber dibin dê li Efrînê bên bicîhkirin, ev jî pilana B ye.