300 koçberên Idlibê li Efrînê hatin bicihkirin

09 January 2020 21:07 0 dîtin
300 koçberên Idlibê li Efrînê hatin bicihkirin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Tirkiyê beşeke din ji koçberên Idlibê li Efrînê bi cih kir ku proseya guhertina demografiyaya deverê didomîne.

Li gorî zanyariyên xewcihî nêzî 20 malbatên komên çekdarên alîgirên Tirkiyê ji Idlibê bo Efrînê hatin veguheztin û li malên Efrîniyan ên li Gundê Dîkê û navçeya Bilbilê hatin bicihkirin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê jî ragihand ku di 2 rojên dawî de zêdetirî 300 malbat li gundên rojhilatê sînor ê navçeya Bilbilê hatine bicihkirin.

Li gorî agahiyan, 250 malbatên çekdarên ji Idlibê hatibûn li gundên navçeya Mabata û 50 malbat li navçeya Şeran û bi dehan malbatên jî li navçeya Cindiresê hatine bicihkirin.

Herwiha li gorî ragihandina rêxistinên mafên mirovan, zextê li şêniyên resen ên Efrînê jî dikin ku malên xwe ji wan koçberan re vekin û wan bi darê zorê didin koçberkirin.

Hat diyarkirin ku çekdarên El-Şerqiye jî 15 avahiyên ku desteser kirine, bi kirê didin koçberên Idlibê.