Iraq | 235 koçberên Lubnanê li Enbarê hatin bicihkirin
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku îro 2yê Cotmehê, Wezareta Koç û Koçberan ya Iraqê li deriyê sînorî yê Qaîm ê parêzgeha Enbarê, pêşwaziya 235 hemwelatiyên Lûbnanê kir.
Wezaretê ragihand: “Bi fermana Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîya Sûdanî, karmendên wezaretê bi berdewamî pêşwaziya malbatên Lubnanî yên ku ji ber bombebaran û şer û pevçûnên berdewam li Lubnanê têne Iraqê, berdewam dikin.”
Hate diyarkirin, “Karmendên wezaretê beşa çarem a 235 penaberên Lubnanî bi rêya deriyê sînorî yê Qaimê wergirt û hemû hêsankarîyên pêwîst ji bo wan hatine kirin.”
Hêjayî gotinê ye, Îsraîlê di çend rojên dawî de êrîşên berfireh ên asmanî bi ser Lubnanê de dane destpêkirin ku bi taybet ew êrîş li aliyê başûrê Lubnanê pêk tên û bi sed hezaran welatî neçarî koçberîyê bûne. Koçberên Lubnanî berî xwe dane welatên cîran ên wekî Sûriye û Iraqê.
Rêberê tevgera Sedr, Muqteda Sadr jî beriya niha li dijî pêşwazîkirina koçberên Xezeyê hişyarî dabû û gotibû, ramaneke xerab heye ji bo veguhestina hejmarek ji xelkê Xeze bo Iraqê, bi taybetî ji bo parêzgeha Enbarê ku hevsînorê Qiralê Urdinê ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin