Ji SOHRê rapora guhertina demografiya Efrînê: Nêzî nîv milyon Ereb hatine bicihkirin
PeyamaKurd – Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyeyê (SOHR) derbarê guhertina demokgrafîk a herêma Efrînê de ku ji sala 2018an ve ji aliyê Tirkiye û komên çekdar ve hatiye dagirkirin raporek belav kir.
Di rapora SOHRê de tê gotin, di çarçoveya siyaseta sîstematîk a guhertina demografiya Efrînê de, hêzên Tirkî û komên alîgirên wê, gundên nimûneyî ji koçberên Sûrî li wê herêmê ava dikin û hat destnîşan kirin, ji dema dagirkirina herêma Efrînê, nêzîkî nîv milyon koçberên ji parêzgehên Şama paytext û gundewarê wê, Humis, Hama, Idlibê, Reqa Dêra Zorê û heta hin malbatên ji parêzgeha Hesekê lê hatine bicihkirin.
SOHRê da zanîn, bi dehhezaran koçber û di nav wan de hêzên çekdar û malbatên wan jî, di malên Kurdan de bi cih bûne, piştî ku bi darê zorê dest danîn ser mal û milkên wan.
Çavdêriyê diyar kir, ewên ku di malan de nehatine bicihkirin jî, gund û komeleyên niştecihbûnê yên nimûneyî li ser zeviyên xelkê Efrînê ji wan re tên avakirin:
“Artêşa Tirkiyê û komên girêdayî wê bi zanebûn li dijî gelê Efrînê pêvajoya bi navê guhertina demografîk dimeşînin ku roja Çarşemê 4ê Çileya 2023an, avakirina komelgeha niştecihbûnê ya bi navê “Ecnedîn Filistîn” a ku ji 50 xanî pêk tê li derdora bajarokê Cindirêsê bi dawî kirin.
Tîma Welat a Idlibê 40 xanî ji projeyeke avakirina komelgeheke niştecihbûnê li ser endamên çekdarên “Ehrar El-Şam” ên alîgirên Tirkiyê belav kirin.
Ew proje li ser rûbera 4 hektaran ji zeviyên her du birayên ji gundê Şîtka Mecîd û Murad Menan hatiye avakirin ku ji 200 xaniyan pêk tê û tê de dibistan, mizgeft û navendeke lezberkirina Qur’ana Pîroz hene.”
Di dewamê de tê gotin, 18 komelgehên niştecihbûnê li bajarê Efrînê û derdora wê hatine belavkirin û ev komelgeh bi rêya rêxistina (AFAD) ya Tirkî û bi fonên Qeter û Kuweytê hatine avakirin:
Li navenda Efrînê: Di navbera gundên Marat û Kefrşîl de komelgeheke niştecihbûnê ya 100 xaniyan pêk tê, tê avakirin.
Li navçeya Şêrawa: 2 komelgehên niştecihbûnê hene, ya yekem li nêzîkî gundê Basûfanê ye ku tê de 225 xanî hene, ya duyem jî li nêzîkî goristana Kurdên Êzidî li gundê Şadirê ye.
Li navçeya Şera: 3 komelgehên niştecihbûnê hene, ya yekem li gundê Baflûnê yê Êzidiyan e û ji 100 xaniyan pêk tê ku di bin çavdêriya rasterast a Tirkiyê û fînansekirina Qeterê de hatiye avakirin. Ya duyemîn jî li nêzî gundê Berava ye û 125 xaniyan pêk tê. Ya sêyem jî li nêzî gundê Metîna ye, lê karên avakirinê niha hatine rawestandin.
Li navçeya Bilbilê: 3 komelgehên niştecihbûnê hene, ya yekem li gundê Xilalka ye û ji 135 xaniyan pêk tê. Ya duyemîn jî li nêzî gundê Qestelê Xidiriya ye û 135 xanî jî tê de hene. Her wiha ya sêyem û ya herî mezin jî li gundê Qestelê Meqdad e û 250 xaniyan pêk.
Li navçeya Rajo: 2 komelgehên niştecîbûnê hene, ya yekem li gundê Meydan Ekbes ye û ew 225 xaniyan pêk tê. Ya duyemîn jî li nêzî gundê Etmana ye û ji 100 xaniyan pêk tê.
Li navçeya Cindirêsê: 4 komelgehên niştecihbûnê hene ku 2 ji wan li çiyayê Qêziqlî ne û bi navê gundê Besme ye û ji 247 xaniyan pêk tê. Ya sêyem li nêzîkî gundê Tetera ye û 100 xaniyan pêk tê. Ya çaremîn jî, li nêzîkî gundê Til Silûrê ye û ji 200 xaniyan pêk tê.
Li navçeya Şiyê: 3 komelgehên niştecihbûnê hene ku yek ji wan li bakurê bajêr li ser rêya gundê Qermitliqê ye û ji 200 xaniyan pêk tê. 2 komelgehên din jî li gundê Qermitliqê û Deşta Sorikê ne, lê karên avakirinê li wan hatine rawestandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin