PYD dixwaze ku guhertina demografiya Efrînê were sekinandin!
PeyamaKurd- Rêvebiriya xweser ya li Rojavayê Kurdistanê ragihand ku Tirkiyê ji 2 hezaran zêdetir çekdarên muxalefetê û malbatên wan ên Ereb li Efrînê bi cih kirine û Kurdan jî ji bajêr derdixin.
Rêvebiriya xweser ya li Rojavayê Kurdistanê ji Yekîtiya Ewrûpayê, rêxistinên mafên mirovan û dewletên Ereban re nameyek rêkir. Di nameyê de hate xwestin ev hêz Tirkiyê bisekinînin. Lewra Tirkiye demografiya herêmê li dijî Kurdan diguherîne û mafên mirovan binpê dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin