"Hewldanên ji bo guhertina demografiya Efrînê bêencam man"
PeyamaKurd - Peyvdarê Kongreya Rizgarkirina Efrînê (KRE) Hesen Şindî diyar kir, ku rejîma Tirkiyê guhertina demografiya herêma Efrînê bi şêweyeke cidî berdewam dike û di vê çarçoveyê de 5 hezar malbatên ereb li hatin bicihkirin.
Peyvdarê Kongreya Rizgarkirina Efrînê Hesen Şindî di axaftina xwe ya ji bo ajansa Spûtnîk Kurdistanê de got: "Xebatên me berdewam in û li herêma Cindirês, Bilbil û Mabatê xebatên avakirina meclisê qediyan. Ji bo yên mayî jî hewldan dewam dikin."
Li ser pirsa, ‘Li gor çavkaniyan, ji herêmên din ê Sûriyê hemwelatiyên ereb tînin li Efrîn û derdorên wê bi cih dikin, heta niha çend kes hatine bicihkirin û ji bo demografî neyê guherandin hûn çi dikin?' Hesen Şindî wiha bersivand: "Li gor lêkolîn û agahiyên berdestê me heta niha nêzîkî 5 hezar malbat, yanî di navbera 2-5 hezaran de malbatên ereb li navçe û bajarokên Efrînê hatine bicihkirin."
Şindî di dirêjiya axaftina xwe de got: "Ji bo çareserî û rêlibergirtina guherandina demografiya Efrînê bi navbeynkariya Waliyê Hatayê me bi hikûmeta Tirkiyê re xeberda. Du roj berê dîsa me bi Waliyê Hatayê re li ser vê mijarê xeberda, lê me ji bo çareseriyê tu encam bi dest nexist. Hê jî pirsgirêka kesên ku bajêr terikandine berdewam e."
Hejayî gotinê ye ku Navenda Mafê Mirov a Sûriyê (SOHR) jî di daxuyaniya xwe de ragihandibû ku digel 5 hefte bi ser kontrola bajarê Efrînê ku ji aliyê artêşa Tirkiye û terorîstên ser navê Artêşa Sûriya Azad (ASA) ve derbas bûn, lê hê jî talana mal û milkên kurdan didome.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin