Tirkiyê kustina 4 leskerên xwe ragihand

12 June 2022 10:27 0 dîtin
Tirkiyê kustina 4 leskerên xwe ragihand

PeyamaKurd -  Wezereta Berevaniya Tirkiyê ragihand ku li di operasyona dijî PKKê ya li nav sînorên Herêma Kurdistanê de, 4 leşkerên wan hatine kuştin û 2 jî birîndar bûne.

Di daxuyaniya nivîskî de hatiye diyarkirin ku leşkerê piyade Fûat Ozer, çawişê pispor Gokhan Demîr , çawişê pispor Omer Yildirim û leşkerekî di bi navê Mehmet Alî Çap ku li devera Zap-Avaşînê birîndar bûbûn can dane.

TSKê şeva borî jî ragihandibû leşkerekî wan dema operasyonê di teqîna bombeyeke çêkirî de can daye û 3 jî birîndar bûne ku herî dawî ragihand hejmara leşkerên hatine kuştin gihîştiye 4 kesan.